Main menu:



















Arama

Arşiv

Arşiv

Radyoya Ermenî Malovaniya Kurdî Dike

[ A+ ] /[ A- ]

Payîz BADİKAN
Rudaw.net

Nor Radyo ku ji aliyê ermeniyan ve li Stenbolê hatiye avakirin, bi gelek ziman û zaravayan dibe mînakek baş a biratiya gelan. Bernameya bi kurdî ya Dengê Hêviyê jî dîrok, çand û wêjeya kurdan bi gelên cîhanê dide nasîn.

Nor Radyo, di salvegera qetilkirina Hrant Dînk de hat avakirin û ev 4 sal in weşanê dike. Xebata vê radyoyê ji aliyê 50 dildaran ve tê meşandin. Yek ji van dildaran û çêkerê bernameya Dengê Hêviyê ya bi kurdî Bedel Boselî, der barê Nor Radyo de, ji Rûdawê re axivî.

Boselî da zanîn ku radyo, bi zimanên kurmancî û zazakî ango kurdî, ermenî, turkî, gûrcî, çerkesî, çeçeni, adîxeyî, lazî, hemşînî û gelekên din weşanê dike. Boselî ev agahî dan: “Bernameya Dengê Hêviyê bi kurdî-kurmancî ye. Li ser dîrok û rojeva kurdan weşanê dike. Em xebatê bi awayekî zibare ango hevpar dimeşînin. Piştî kuştina Hrant Dînk, ji bandora hizr û têkoşîn û helwesta wî ev proje peyda bû. Bi taybetî hevalên ermen pêşkêşiya vê projeyê dikin. Peyva Nor bi ermenkî ye û bi kurdî dibe nû”.

Ceribandinek nûjen û pir cuda ye

Boselî da zanîn ku armancek taybet a vê radyoyê ew e ku xwe bigihînin ermenên li cîhanê, têkeliyekê çêbikin, di navbera ermenên belawela bûne de toreke çêkin. Boselî der barê xebata li Radyo Nor de hestên xwe jî wiha anîn ziman: “Ked û karên cîvakî yên dilsozane, tamek cuda didin mirov. Mirov nikare di çi xebat û kedên din de tamek wisa wergire. Di serî de min digel vê radyoyê dest bi bizavê kiriye. Her bernameçêker azad û xweser e. Li ser bingeha mafên mirovan û ehlaqek pak mirov dikare her tiştî bibêje û pêşkêş bike. Rêxistinek zelal û pak û samîmî ye. Di nav xwe de demokrasiyek rasteqîn peyda kiriye û di her war û barî de bê îstîsna derbasdar e. Ev ceribandinek nûjen û pir cuda ye. Hêvî dikim ku cîvat sûd jê wergire.”

Li hember cudaxwaziyê biratiyê diparêze

Nor Radyo, di înternetê de li ser navnîşana www.norradyo.com weşanê dike. Nor Radyo dibêje ku ev projeyeke radyoya înternetê ye, ji bo hemû gel bikaribin xwe bi awayekî azad bînin ziman û çandên xwe parve bikin hatiye damezrandin. Nor Radyo di malpera xwe de armanc û helwesta xwe bi van gotinan tîne ziman: “Nor Radyo, dengê pirçandî û jiyana bi hev re ye. Li ser vê esasê, li hemberî neteweperestî, cudaxwaziya bi her awayî ya nijadî, etnîkî û zayendî, ji bo aştî, biratî û wekheviyê têdikoşe. Hemû dostên van hestan parve dikin û dixwazin dewlemendiya xwe ya çandî parve bikin, dikarin li ser vê platforma azad bêne gel hev.”