Sevdiye ERGÜRBÜZ
DÃŽHA
Endama ÃŽnîsîyatifa Nor Zartonkê Sayat Tekîr diyar kir ku di sala 1915’an de ji aliyê alaya Hamidiyeyê ve gelek ermenî hatin qetilkirin kurdan jî gelek ermenî qetilkirin. Tekir, anî ziman ku kurdan her çend li hemberî ermeniyan rexnedana xwe dabin jî têr nake û divê ji bo hemû ermenî vê pêşdarazê ji holê rakin divê rexnedanek hîn xurttir bidin.
ÃŽnîsiyatifa Nor Zartonk, ku di sala 2004’an de ji aliyê rewÅŸenbiran hate avakirin û piÅŸtî di sala 2007’an de Gerînendeyê GiÅŸtî ye Rojnameya Agosê Hrant Dink hate qetilkirin xwe bi rêxistin kirin û komî ser hev bûn, hewl didin ku bêtir pirsgirêk û mafên ermeniyan bînin ziman. Nûnerên Nor Zartonkê Sayat Tekir û Sercan Çakaroglu, li ser pêvajoya tevlêbûna Nor Zartonkê ya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û pirsgirêkên ermeniyan axivîn.
Sayat Tekîr, anî ziman ku armanca înîsiyatifa Nor Zartonkê civaka ermeniyan bi rêxistin bike û hemû entelektuelên Tirkiyeyê bike xwedi helwest. Sayat Tekir, anî ziman ku wateya “Nor Zartonk’ê ajbûn ango vejîn û hiÅŸyarbûna gulekê ye û wiha got: “Heta sala 1915’an huner û çanda ermeniyan gelek pêş ketîbû. PiÅŸtî sala 1915’an ev pêşketina ermeniyan bi komkujî û sirgunan bi dawî bû. Di 24’ê Nîsana 1915’an de ewil rewÅŸenbir, doktor, nivîskar û pêşengên ermeniyan hatin qetilkirin. PiÅŸt re ermenî rastî komkujiyê hatin. Niha em dixwazin bi vê înisiyatifê ji nûve welidîn, zayinîn û vejîna van rewÅŸenbir, hunermend û nivîskaran ava bikin. Ji ber vê yekê me navê “Nor Zartonk” da înîsiyatifê. Em xwe wekî azadîparêz bi nav dikin. Di nava de de gelek kesen xwedî fikrên cuda hene. Ev înisiyatif tenê ji ermeniyan pêk nayê.”
“Civaka ermenî ne yek dest e”
Tekîr, da zanîn ku civaka ermeniyan hêj dinava xwe de yekîtî û tifaqî ava nekiriye û wiha got “Aliyekî sosyalîst û demokratîk jî heye, aliyekî di halê xwede û bêhestiyar jî heye. Hin ermenî hene li Tirkiyeyê çi dibe bila bibe bi ÅŸopa derdê xwe dikevin. Hin jî hene bi hemû civakê eleqeder dibin.
“Rexnedanên kurdan ên li hemberî ermeniyan hene”
Tekir, destnîşan kir ku hin ermenî li hemberî pirsgirêka kurd dibêjin me nedît û nebihîst, hin ermenî hêj di bin bandora komkujiya ermeniyan a di serdema 1915’an a Alayên Hamidiye dene. Hêj nav û nasnameya xwe vedişêrin. Em dixwazin hinekî cemaweriyê di vî alî de hiÅŸyar bikin. Me ermeniyên bi hestyar li ber Agosê daxuyanî da û piÅŸtgriya xwe da greva birçîbûnê. Tevgera Gelê Kurd der barê komkujiya ermeniyan de rexnedanek baÅŸ da. Lê ji bo ev pêşdaraz ji holê rabe divê rexnedana xwe berdewam bikin. Em pêvajoya damezirandina HDK’ê diÅŸopînin. Em dixwazin ji niha û şûnde em bi hevre bimeÅŸin û yekîtiyê hîn xurttir bikin. Divê em li dijî êrîşên înkar û îmhaya hikûmeta AKP’e bibin yek û tifaqê qurttir bikin. Em her tim alîgirê aÅŸtî û biratiyê ne.
“TiÅŸtê ku hat serê Sevagê dibe ku bê serê me tevan”
Aktîvistê Nor Zortangê Sercan Çakaroglu jî anî ziman ku Hrant Dink leÅŸker Sevag Balikçi hatin qetilkirin û wiha axivî: “Ger ku em ji dîrokê dersê wernegirin û em tifaqa xwe xurt nekin diÅŸtê ku hatin serê Sevag dibe ku bê serê me hemûyan.”